LAGOS
Hat ragihandin ku milîtanên Boko Haramê avêtin li ser du gundên li eyaleta Bornoyê ya bakurê Nîjeryayê û di encama êrîşê de gelek kes hatin kuştin.
Şahidên bûyeran diyar kirin ku di meha nîsanê de zêdetirî 20 xwendekar hatin revandin, zêdetirî 20 milîtanî avêt li ser gundê Korongînîm û Ntsîhayê û gule berdan gundiyan. Di encama êrîşan de gelek kes mirin.
Ji şahidan yê bi navê Bûlûs Mûsa got ku di bûyeran de apê wî û hevalê wî yê zarokatiyê mirin û got ku ew jî ji cihê bûyerê reviyaye.
Nûçegihanê AAyê ji çavkaniyeke nexweşxaneyê agahî hilda, li gor agahiyan piştî êrîşan gelek kes birîndar bûn û birîndar anîn nexweşxaneyê.
Rêxistina Boko Haramê li dijî perwerdeya ku bi rê û rêbaza rojavayê tê kirin e û dixwaze li Nîjeryayê birêvebirin li gor rêzikên dînî bê kirin. Rêxistinê li dinyayê bi êrîşên xwînî deng vedaye û rêxistin wekî berpirsiyarê gelek bûyeran jî tê dîtin.