Dmitri Chirciu
28 Hezîran 2022•Rojanekirin: 29 Hezîran 2022
Wezareta Karên Derva yê Rûsyayê Jîll Bîdena jina Serokê Amerîkayê Joe Bîden û qîza wî Ashley Bîden jî di nav da der barê 25 welatiyên Amerîkayê da biryara mueyîdeyê da.
Wezaretê daxuyand Amerîka dijî pisporên siyasî yên Ûris û kesên bûne nirxên gel tora mueyîdeyan her ku diçe firehtir dike.
Hat gotin dijî vê tevgerê lîsteyeke navê 25 welatiyên Amerîkayê tê da hene hat weşandin û biryar hat dayîn ku ketina wan a Rûsyayê bêdem hat qedexekirin.
Di lîsteyê da navê endamên koma "McFaul-Yermak"ê, senatoran û xebatkarên zanîngehê heye.
Navê Jîll Bîdena jina Serokê Amerîkayê Bîden û qîza wî Ashley Bîdenê jî di lîsteyê da heye.