04 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 05 Cotmeh 2016
HELEB
Hat ragihandin ku balafireke şer a Rûsyayê êrîşa esmanî bir ser navçeya Daret Îzzeyê ya dikeve aliyê rojavayê Heleba Sûriyeyê, di êrîşê da zarokek mir, 15 kes birîndar bûn.

Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên herêmê hilda, balafira artêşa Rûsyayê, herêma Daret Îzze di kontrola muxalifan da bombe kir.

Hat îfadekirin ku di êrîşê da zarokek mir, 15 kes birîndar bûn. Ji herêma ku balafira Rûsyayê bombe kir dûman radibe jê pêtên agir xuya dikin. Herwiha ewrên tozê ser navçeyê girt.
Balafirên şer ên Rûsyayê ev salek e Şam, Heleb, Îdlib û Humisa ku lê muxalif dimînin bombe dike.