24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
WASHINGTON
Berdevka Wezareta Karên Derva ya Amerîkayê Heather Nauertê got, "Daxuyaniyên Rûsyayê ne bi tenê nabın alîkar, di heman demê da propaganda ne jî. Dixwaze herdu mutefîqên NATOyê berde hev."
Nauertê di civîna çapemeniyê ya rojane da Operasyona Çiqlê Zeytûnê û daxuyaniyên Rûsyayê nirxand.
Di civînê da daxuyaniya Rûsyayê ya "Sewqiyatên bêkontrol ên çekên modern ên Amerîkayê, Tirkiye mecbûrî operasyonê kir" hat rojevê û Nauertê jî wiha xeberda, "Daxuyaniyên Rûsyayê ne bi tenê nabın alîkar, di heman demê da propaganda ne jî. Dixwaze herdu mutefîqên NATOyê berde hev."
Nauertê diyar kir ku Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Rex Tillerson û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der heqê operasyonê da hevdîtinên "pir cidî û zelal" pêk anîn û wiha got, "Fikarên me yên pir cidî hene. Sê peywendiyên ser têlefonê ên di vê maweyê da jî delîlê wê ne."
Nauertê wiha îdia kir, "Mirov dikare bêje ku beriya niha li Efrînê îstiqrar hebû. Lêbelê niha li wê derê îstiqrar tune. Fikarên yên pir cidî hene. Divê herkes berê xwe bide DEAŞê. Ew yek problemeke pir mezin e heger meriv DEAŞê ji hedefa derxe, Kurdan bixê."
Berdevkê ji xeynî vê bal kişand ku Efrîn girîngtirîn yek ji mijara rojeva Tillerson e û wiha got, "Em fikarên Tirkiyeyê yên di warê PKKyê da fêm dikin. Em di vê mijarê da di nava peywendiyê da ne."