Nihat Kavşut
24 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
AZEZ/ANKARA (AA) - Azad Şaboyê fermandarê Kurd yê Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) ku piştgiriyê dide Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya Artêşa Tirkiyeyê destnîşan kir ku Kurd dixwazin li Efrînê ji PYD/PKKya rêxistina terorê rizgar bibin.
Şaboyê Berdevkê Ceyşul Nuxbe û ji fermandarên Artêşa Sûriyeya Azad li herêma operasyonê ji xeta eniya Efrînê qeyda dengê xwe ji nûçegihanê AAyê yên li herêmê ra şand û wiha got: "Em Kurd in û şervan in. Me li dijî PKKyê şer kir. Ew Kurdan temsîl nakin. Wekî Kurd tu meseleyeke me bi nijadên din ra tuneye."
Azad Şabo diyar kir li Efrînê 12 salan jiyaye û wiha got: "Sala 2011an PKK hat herêmên Kurdan û xwest gel bixapîne. Lê gel ferq kir ku bi rejimê ra hevkariyê dikin û bêbext in."
Şabo destnîşan kir sala 2012an li hember rejimê koma ewil ya eskerî ava kirine û wiha dewam kir: "PKKyê xwest em tevlî refê wan bibin. Lê em dizanin ku bêbext in û em heta dawiya salê bi wan ra pevçûn. Li herêma Tel Aranê me bi PKKyê ra şer kir û ji herêmê derketin."
Azad Şabo diyar kir li Efrînê Ereb û Tirkmen jî hene û wiha axivî: "Hemû Kurd nînin. Li wir her kes dixwaze ji PKKyê xilas bibe. Xelkê Efrînê piştgiriyê nade PKKyê. Ji mecbûrî li wir dijîn."
Şabo diyar kir bi pêşvaçûna operasyonê ya li Efrînê dijî rêxistinên terorê tên kirin wê rojên xweş werin û wiha got: "Me li dijî rejim û DEAŞê şer kir. Niha jî em li dijî zilma PKKyê şer dikin."
- Mafê Tirkiyeyê yê berevaniya rewa
Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da ragihandibû ku Operasyona Çiqlê Zeytûnê dest pê kir.
Di daxuyaniya Sererkaniyê da hatibû destnîşankirin ku operasyon di çarçoveya mafên Tirkiyeyê yên ku xwe dispêrin hiqûqa navneteweyî, biryarên Konseya Ewlekariya Neteweyên Yekbûyî yên ji bo têkoşîna dijî terorê û mafê xweparastina rewa ya di peymana Neteweyên Yekbûyî da li ser esasê rêzgirtin li yekpareyiya xaka Sûriyeyê hat lidarxistin. Di daxuyaniyê da bal hatibû kişandin ku bi tenê cihên terorîstan bûn armanc û herwiha ji bo ku zirar negihêje sivîlan her cure hesasiyet hat nîşandan.
Rejima Esed di Tîrmeha 2012an da Efrîn bê şer û pevçûn dewrî PYD/PKKê kir û rêxistinê di pêvajoya şerê navxweyî da herî zêde li vê herêmê xwe ediland. Ji ber çil û çiyayên Efrînê navenda Kilîsê û qismekî Hatayê dikeve menzîla guleyên rêxistinê. Rêxistin salên dûr dirêj di ser Çiyayên Amanosê ra ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê dibe. Ji bo ku PYD/PKK ji aliyê bakurê rojavayê Sûriyeyê derbasî Behra Spî bibe, pişta xwe bi Efrînê va girê dide. Rêxistina terorê di ser Efrînê ra herêma Mertalê Feratê û herêma bêpevçûn li Îdlibê jî tehdîd dike.
Ji çar peşkan peşkeke xaka Sûriyeyê û ji sedî 65ê sînorê Tirkiye-Sûriyeyê jî di bin dagiriya rêxistinê da ye.