Ahmet Aydın
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 29 Rêbendan 2018
KILÎS / EFRÎN
Piştî ku di Çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Hêzên Çekdarên Tirkî gundê Şenkalê ji destê PYD/PKKya rêxistina terorê rizgar kirin, êdî sivîl vedigerin wî gundî.
Ekîba Ajansa Anadolu (AA)yê li Efrîna ku Rejima Beşşar Esed temûza 2012an bê pevçûn radestî PYD/PKKya rêxistina terorê kiribû, ketin gundê Şenkalê ku di seranserê şerê navxweyî yê wî welatî de rêxistina terorê tê de bi cih bûbû.
Gundê Şenkalê ku yekem gundê bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê hatibû rizgarkirin bi qasî 5 kîlometroyan nêzîkî sînorê Tirkiyeyê ye. Ev gund ji aliyê terorîstan weke baregehekê dihat bikaranîn û ji wê ve ber bi çiyayên Amanosê ve xwe vedidizîn.

- Li gund kêfxweşiya vegerê
Piştî kontrolê, Artêşa Azad a Sûriyeyê 24 seatan nobedê li vî gundî digire. Herwiha dibin piştgir ji bo vegera sivîlan ji gundên derdorê ve.
Ekîba AAyê dema wêneyên gund dikişandin dîtin ku Ayşe Mehmûd digel 5 zarokên xwe ji dûr ve di remorka terektorê de vedigere gundê xwe. Mehmûdê paçeke spî bilind kiribû û dihejand.

Mehmûdê dema çav li hêzên Artêşa Azad kir ji kêfa re giriya, eniya eskeran maç kir û spasiya wan kir.

- Mêrê wê û 3 kurên wî esîrên PYD/PKKê ne
Ayşe Mehmûda 55 salî di daxuyaniya xwe ya ji bo nûçegihanê AAyê de anî ziman ku bi hatina PYDya rêxistina terorê re bo herêmê, hatiye xwestin ku bi darê zorê ewladên wê bikin çekdar.

Mehmûdê destnîşan kir ku ji ber li hember vê derketine PYDê mêrê wê û 3 kurê wê esîr girtine û got, "Haya min ji aqîbeta jina min û kurê min tune ye. Înşaallah emê bigihîjin hevdu. Ez ji bo vê yekê dueyan dikim. Heta nuha me xwest em li hinek gundan bijîn lê me nikarî em li xerîbiyê bijîn. Dema ku me bihîst ev der hatiye rizgarkirin, me biryar da em vegerin gund."
- "Van terorîstan hertim em tehdît dikirin"
Mehmûda ku kêfxweşiya xwe ji vegera xwe ya bo gund anî ziman wiha got, "Ji bo me Ereb, Kurd, Tirk ferq nakin, hemî ewladên min in. Lê van terorîstan hertim em tehdît dikirin. Ji me re digotin; binerin ha heke Artêşa Azad were, ew û Tirkiyeyê dê we şerjêkin, we bikujin. Dema em hatin vir jî em tirsiyan, lê tiştê ku me dîtin, em hestiyar kirin. Xwedê ji Tirkiyeyê û ji Recep Tayyip Erdogan razî be, ji Artêşa Azad jî razî be."