Elif Orhan
23 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2018
WASHIGTON
Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) eşkere kir ku heke hêmanên PYD/YPGê yên li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ber bi Efrînê ve hereket bikin dê Amerîka piştgiriyê bibire.
Li ser nûçeyên dibêjin ku ji herêma Qamişloyê konvoyên PYD/PKKê ji bo ku piştgiriyê bidin milîtanên PYD/YPGê yên li Efrînê dest bi hereketê kirin berdevkê Pentagonê Adrian Rankine Galloway ji nûçegihanê AAyê re axivî û got ku têkiliya Amerîkayê bi HDSya paravanê PYD/PKKê wekî fermande û kontrolê nîne lewra jî der barê lîvdariyeke wiha de nikare tiştekî bibêje.
- "Heke operasyoneke eskerî ya ku nîvenda wê DEAŞ nîne bikin..."
Galloway got ku "Em perwerde, piştgirî û pêşniyazê didin hêzên ku dijî DEAŞêoperasyon dikin. Em emîr nadin hêzên li sehayê. Ev têkiliya me nîne. Heke bi taybetî operasyoneke eskerî ya ku nîvenda wê DEAŞ nîne bikin dê piştgiriya koalîsyonê xilas bibe."
Galloway di nexşeya Sûriyeyê de bakurê rojhilatê nîşan da û wiha dewam kir:
"Em bêjin ku li van deran cihekî (bakurê rojhilatê Sûriyeyê) yekîneyeke YPGê heke bibêje ku 'em êdî dijî DEAŞê têkoşîn nedin, biçin piştgiriyê bidin birayên xwe yên li Efrînê' wê çaxê dê tenê serê xwe bimînin. Êdî nikarin ku bibin hevkarên me."
Berdevk Galloway got ku li Sûriyeyê çekên ku dan hevkarên xwe tenê ji bo têkoşîna dijî DEAŞê ye heke bi armanceke din bê bikaranîn Amerîka dê gav biavêje.
Galloway wiha axivî: Dema em tespît bikin ku ekîpman ji bilî DEAŞê bi armanceke din hatiye bikaranîn birîna arîkariyan jî di nav de emê pêngavan biavêjin."