Türkan Tosun
04 Adar 2019•Rojanekirin: 05 Adar 2019
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) ji Îsraîlê xwest ku nûçegihanê wêneyan ê Filistînî yê Ajansa Anadoluyê (AA) Mistefa Kharouf (32) yê ku hatiye binçavkirin bila bê berdan.
Li ser hesabê Twîtterê yê RSFyê hat daxuyandin polêsên Îsraîlê ji ber sedema ewlehiyê ya ku nayê eşkerekirin Kharouf binçav kirine û Îsraîl dixwaze wî ji Qudsa Rojhilat dersînor bike.
Hat gotin Kharof zewicî ye û bavê zarokekî ye, ji zarokatiya xwe pê va li Qudsa Rojhilat a ku hatiye dagirkirin dijî, lê wek gelek kesan Îsraîl ji bo wî jî destûra jiyînê ya li Qudsê nade.
Di daxuyaniyê da hat gotin Kharouf bi salan e li Qudsê bûyeran dişopîne û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Wek RSF em bangî Îsraîlê dikin bila Mistefa Kharouf berdin û destûra jiyînê bidin wî. Ji ber ku ew pîşeya xwe rojnamevaniyê dike heke bê dersînorkirin û wî bişînin welatekî ku tu eleqeya wî pê ra tune (Urdun) ev şaş e û nayê qebûlkirin."
- Kharouf 40 roj e hatiye binçavkirin
Nûçegihanê wêneyan ê Ajansa Anadoluyê Mistefa Kharouf (32) li Qudsa Rojhilat ji ber sedema "li Qudsa Rojhilat destûra wî ya jiyînê" tune 40 roj e hatiye binçavkirin û tê xwestin ku ew bê dersînorkirin.
Hêzên Îsraîlê di 22yê Çileya Paşîn da li Qudsa Rojhilat Kharouf binçav kirin û ev 40 roj e ew li Navenda Dersînorkirinê ya Gîvonê tê girtin.
Kharouf 3 caran derxistin dadgehê, lê hê jî der barê wî da biryarek nehatiye dayîn. Dozgerê Îsraîlê dixwaze ew ji Qudsa Rojhilat bê derxistin û wî bişînin Urdunê, dervayî axên Filistînê.
Kharouf di sala 1986an da li Cezayîrê hat dinyayê. Dema 12 salî bû li Qudsa Rojhilat bi cih bû û ji wî rojê vir va hewl dide li wir destûra jiyînê bistîne, lê 20 sal e ji bo wî destûr nayê dayîn.
Kharouf di sala 2016an da bi Temamê ra zewicî ku nasnameya wê ya Qudsê heye. Piştî zewacê bi saya vê nasnameyê ya Temamê dîsa serî lê da ku ew êdî malbat e û dixwaze li Qudsa Rojhilat bijî.
Heke Îsraîl wî dersînor bike Kharouf wê ji jina xwe Temam û qîza xwe ya Asya ya ku temenê wê sal û nîvekî ye dûr bimîne.