İbrahim Atmaca
17 Nîsan 2018•Rojanekirin: 18 Nîsan 2018
KABUL
Efxan Rubaba Mehemediya ku şil bûye û dest û piyên wê nagrin, bi devê xwe va resman xêz dike û bi resman va qala tengasiyên ku jinên Efxanistanê dikşînin, dike.
Mihemediya 18 salî li Xezneya wilayeta Efxanistanê dijî û ji ber ku di zikê diya xwe da dest û lingên wê şil in, resmên xwe bi qelem an jî firçeyên ku bi devê xwe digre va çêdike.
Mihemediyê daxuyanî da AAyê û got ku wê ji piçûktiya xwe va dest bi xêzkirina resman kiriye û wê di vê mijarê da tu perwerde hilnedaye.
Mihemediyê got, "Ez bi qelema ku bi devê xwe va digrim va resman çêdikim û bi resman qala tengasiyên ku jinên Efxan dikşînin, dikim." Mihemediyê diyar kir ku di vê mijarê da herî zêde malbata wê piştgirî dayê.
Mihemediyê destnîşan kir ku li Efxanistanê jinbûn pir dijwar e û jin hê rastî îstismarên cuda û şidetê tên.
Mihemediyê bi xwe bi Tirkî nizane, lê li ser têlevîzyonan axaftinên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan temaşe dike û got ku ew heyrana Erdogan e. Mihemediyê got ku ew dixwaze Erdogan ji nêz va bibîne.
Mihemediyê diyar kir ku ew ji Tirkiyeyê jî hez dike û got ku der heqê hewla derbeyê ya 15ê tîrmehê da jî resmên wê hene.
Mihemediyê di tabloyeke 15ê tîrmehê da destek çêkiriye û dest dibe sîpera guleyan. Mihemediyê got ku ew dest destê Erdogan e û wê xwest bide nîşan ku gel çi qas ji Erdogan hez dike û Erdogan jî ji bo gelê xwe, xwe dike sîpera tehdîdên dijî gel.
Mihemediyê di resmeke din da jî qala derbekarên ku tankan dajon ser gel dike.
Li Efxanistanê nêzî milyonek kes kêmendam in û di nav şert û mercên dijwar da dijîn.
Li gor rayedaran piraniya kêmendaman nikarin kar bibînin, hinek jê parsekiyê dikin û hinek jî bi alîkariyên saziyên alîkariyê yên navneteweyî debara xwe dikin.