ÎSTANBÛL
Li Sûriyê hêzên rejîmê li tevahiya welêt bi çekên giran êrîşê li ser muxalifan kir. Di êrîşna de 23yê wan zarok, 17yê wan jin bi tevahî 108 kes mirin.
Di daxuyaniya ku Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (SNHR) da de Hat ragihandin ku hêzên rejîmê bi hewayê û bejayê êrîşî li ser herêmên di bin qontrola muxalifan de kir. Di êrîşan de li Helebê 35, li hawirdora paytext Şamê 29, Xûmûsê 16, li bajara Derayê 15, li Îdlibê 5, Deyra'z Zorê 4, Hama û konbajaran 2 kes bi tevahî 108 kes mirin.
Di vê navberê de meqamên fermî yên Sûriyeyê der barê jimara miriyên ku SNHRê da de tu daxuyanî nedan. Meqamên fermî ragihand ku di operasyonên li bajaroka Adrayê gelek komên bi çek hatin kuştin, Xûmûs û Helebê jî gelek wesayîtên "terorîstan" jî hatin îmhakirin.
Ji aliyê din Konseya Şoreşa Giştî ya Sûriyeyê (LCC) daxuyaniyek da û da zanîn ku hêzên rejîmê di serî de Heleb li gelek bajaran bi "bombeyên warîlê" êrîş kir.