Dinya

Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê ji hewayê êrîşî Helebê kir

Haydar Şahin  | 11.09.2020 - Rojanekırın : 12.09.2020
Rejima Esed îdia kir ku Îsraîlê ji hewayê êrîşî Helebê kir

Ankara

Rejima Beşar Esed îdia kir ku Îsraîlê ji hewayê êrîşî Heleba bajarê li bakurê welêt kir.

SANAya ajansa fermî ya rejima Esed di xebera xwe da wekî çavkanî rayedarên eskerî nîşan da û îdia kir ku Îsaîlê duh bi şev ji hewayê êrîşî ciyên li dora Helebê kir.

Di xebera da zirara li can û mal ket nehat eşkerekirin û wiha hat gotin: "Sîstemên me yên parastina hewayê piraniya fuzeyên hatin avêtin xistin."

Meqamên Îsraîlê hê der barê êrîşê da daxuyanî nedan.

Tê zanîn ku li navend û dorberê Heleba li bakurê Sûriyeyê xêncî artêşa rejimê komên terorîst ên di bin fermana Mihefizên Şoreşa Îranê da û endamên Hizbullaha Libnanê hene.

Rejima Esed diyar kiribû ku Îsraîlê di 31ê tebaxê da êrîşî Şamê, di 1ê gulanê da êrîşî herêmên li başûr, di 27ê nîsanê da êrîşî nêzî Şamê, di 20ê nîsanê da êrîşî Temura li rojhilatê Humsê û di 31ê adarê da jî êrîşî rojhilatê Humsê kir.

Artêşa Îsraîlê jî di 4ê tebaxê 25ê tîrmehê da diyar kiribû ku ji hewa êrîşî hedefên artêşa rejima Esed ên li başûrê welêt kiriye.

Îsraîl ji sala 2011ê ya şerê navxweyî dest pê kir vir da li Sûriyeyê car caran êrîşî komên Îran piştgiriyê dide wan û ciyên eskerî yên rejimê dike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın