Haydar Şahin
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed û komên terorîst ên alîgirên rejimê ligel mitabaqata parastina agirbestê li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê guleyên topan diavêjin herêmê.
Komên terorîst ên piştgiriyê ji rejimê û Îranê distînin bi topan êrîşî gund û warên li dorberê Lazqiyeyê, başûrê Îdlibê, rojavayê Helebê û bakurê Hemayê dikin.
Rejima Esed piştî temînkirina mitabaqatê car caran bi topan êrîşî Kibaneî Kînîdde û Tiffahiyeya gundên Lazqiyeyê, Latamne û Keferzîtaya navçe û Ziyareya gundê Helebê, Bidamana navçe û Naciyeya gundê Îdlibê dikin.
Hat ragihandin ku di van êrîşan da 2 zarok birîndar ketin.
Di şerê navxweyî yê Sûriyeyê da ji ber ku herî zêde li Îdlibê pevçûn derdikevin di 4-5ê gulanê da li Astanayê di navbera Tirkiye, Rûsya û Îranê da Îdlib wekî "Herêma Kêmkirina Rageşiyê" hatibû îlankirin. Lêbelê hêzên rejimê êrîşên li ser Îdliba 4 milyon sivîl lê dijîn didomîne. Di van demên dawîn da hêzên rejimê ji bo Îdlibê zeft bikin, sîlah û eskeran tîne herêmê ev jî di raya giştî ya navneteweyî da dibe sedema fikaran.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putîn di 17ê îlonê da li Soçiyê ji bo parastina û saxlemkirina agirbesta li Îdliba Herêma Kêmkirina Rageşiyê li ser tevdîran li hev kiribûn.
Mitabaqat ji bo sivîlên li Îdlibê bû hêvî û ewlehî. Hetanî nika ji 80 hezarî zêdetir sivîl vegeriyan mal û warên xwe.