İbrahim Atmaca
19 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 20 Cotmeh 2018
SARAYBOSNA
Serokomarê ewil ê Bosna Herseka Serbixwe Aliya Îzerbegovîç di sala 15emîn a wefata wî da li ser qebra wî hat bibîranîn.
Merasim li Şehîdgeha Kovaçiyê ya li Paytext Saraybosnayê hat lidarxistin, digel eqrebayên pêşengê Boşnak ê merhûm û rayedarên dewletê yê Bosna Hersekî, Balyozê Saraybosnayê yê Tirkiyeyê Haldun Koç û Serokê Mehkemeya Makezagonê Zuhtu Arslan jî beşdarî merasimê bûn.

Di merasimê da ji bo Aliyayê ku li Tirkiyeyê ji ber wesfên wî yên pêşeng û kesayetiya wî ya felsefî wek "Qralê Zana" tê nasîn, dia hat kirin, çîçek li ser qebra wî hat danîn.
Serokê Konseya Wezîran a Bosna Hersekê Denis Zvizdic beşdarî merasimê bû û daxuyanî da û got ku Aliya Îzetbegovîç merivê dewletê yê xêrxwaz û mutefekir bû.

Zvizdic diyar kir ku Aliya bi jiyan û berhemên xwe va bi awayê herî baş nîşan da ye bê ka têkoşîna welat çi ye û wiha dewam kir: "Aliya ji bo Bosna Herseke serbixwe û desthilat têkoşîn da û şervanek bû."
Zvizdic diyar kir ku gotin û fikrên Aliya ji bo nifşên nû jî rê nîşan didin û li gor baweriya wî Bosna Hersek di rêya Aliya da diçe, lewra Aliyayê ku girîngiyeke mezin dida parastina azadî, wekhevî û xweşbîniyê, piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) û NATOyê jî dikir.

- Aliya Îzetbegovîç kî ye?
Aliya di sala 1925an da li Bosanski Samaca bajarê Bosna Hersekê hat dinyayê. Seranserê Şerê Cîhanê yê Duyem dijayetiya îdeolojiya faşîst, paşê jî dijayetiya rejima komunîst û kirinên wan kir.
Aliya di nav avakarên teşkilata "Misilmanên Ciwan" ku ji xwendekarên kolej û zanîngehê pêk tên da cih digre. Aliya ji ber têkoşîna ku ji bo gelê xwe da, di salên 1946 û 1983yan da du caran hat girtin.
Îzetbegovîç Partiya Çalakiya Demokratîk ku îro jî li welêt partiya Boşnakan a herî xurt e, di sala 1990î da ava kir, li Bosnayê di navbera salên 1992-1995an da di şer da pêşengiya gelê xwe kir.
Pêşengê Boşnak di sala 1995an da Peymana Aştiyê ya Daytonê îmze kir û şer kuta bû. Bi vê peymanê va Aliya ji gelê xwe ra dewleteke ku di qada navneteweyî da tê nasîn, hişt.
Îzetbegovîç ji ber nexweşiyan di sala 2000î da ji wezîfeya xwe ya Konseya Serokatiya Dewletê veqetiya û di 19ê cotmeha 2003yan da li Saraybosnayê wefat kir.