Haydar Şahin
25 Hezîran 2020•Rojanekirin: 25 Hezîran 2020
Mihemed Rehîmoyê bi destê rejima Beşar Esed bi neheqî hatibû derdestkirin diyar kir ku gava hat derdestkirin parxanên wî şikênaştin, hildan nav piyên xwe û birin.
Rejima Esed li girtîgeh û navendên jêpirsînê yên nayên zanîn li ku derê ne bi hezaran kesê bêyî sedem dîl digre û êşkenceyê dike.
Mihemed Rehîmoyê 56 salî yê ji wan kesan yek e 5,5 salan li hin girtîgehên rejimê bêyî sûc hat girtin.
Rehîmo ji bo 28ê Hezîranê Roja Piştevaniya Mexdûrên Êşkenceyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Dema derdest kirin li wesayîtê siyar kirin parxanên min şikênaştin. Hildan bin lingê xwe. Di nav xunê da mabûm."
Rehîmê destnîşan kir ku hêzên rejimê avêtin ser mala wî bi îdiaya dîtina fîşengê di sala 2013an da derdest kirin û wiha pê da çû: "Dema em ketin yekeya îstixbaratê ya navê wê 48 bû bi kulm û payînan ez xeriqandim. Di heya wê rojê qet derneketibûm ber fermandarekî. Neketibûm girtîgehê û evqasî merûzî heqaretê nemabûm. Li emrê min hurmet nîşan nedan. Ji ber êşkenceyê çermê min mor bû."
Rehîmo got ku bi xortima avê lê xistin û wiha axivî: "Bi şev bi roj hetanî ku me sûcên nekiribûn îtiraf dikir kutan dixwar. Zehf çêr dikirin û didan xebera. Bi şev 2 kesan em dibirin jêpirsînê. Ji bo pirsên ku min bersiv nedida min kutan dixwar. Bi xortima avê û kabloya ceyranê li min xistin."
- "Dipirsîn digotin 'Ma tu dixwazî bimrî?'"
Rehîmo got bi kuştinê dihat tehdîdkirin û wiha pê da çû:
"Celadê girtîgehê di dema êşkenceyê da bi kuştinê tehdîd dikir. Dipirsî digotin 'Ma tu dixwazî bimrî?' Heke me bersiv neda jî êşkenceyê dewam dikir. Wekî mayîn me dengê jinên êşkence dikişandin jî dibihîst. Her tim dihatin tehdîdkirin û merûzî êşkenceyê diman. 4-5 kesan tecawizî hinekan dikirin."
Çavkaniyên mixalif dibêjin ku nika di girtîgeh û navendên rejimê da herî kêm 500 hezar kes hene. Li gor daneyên Koma Mafên Mirovan a Sûriyeyê rejima Esed ji kesên derdest kirine 14 hezar meriv bi êşkenceyê kuştin.