Abdullah Tel
13 Sibat 2018•Rojanekirin: 13 Sibat 2018
ÎDLIB/ANKARA
Tora Parastina Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) ragihand ku rejima Esed li Sûriyeyê di 211 êrîşên bi çekên nukleerê da hezar û 357 jê sivîl bi tevahî hezar û 421 kes kuşt.
Di rapora SNHRyê da hat gotin ku ji destpêka şerê navxweyî heta îro rejima Esed 211 carî çekên nukleerê emiland. Hat gotin ku ji êrîşan 33 heb beriya biryarnameya bi jimara 2118an a Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) û 178 êrîş jî piştî wê biryarê hatin lidarxistin.
- Hezar û 357 sivîl hatin kuştin
Li gor raporê di êrîşên çekên nukleerî yên rejima Esed da bi tevahî hezar û 421 kes hatin kuştin. Ji wan 57 eskerên muxalif, 7 eskerên rejimê yên di destê muxalifan da dîl bûn û 244 jin, 187 zarok bi tevahî hezar û 357 sivîl bûn.