Türkan Tosun
06 Îlon 2018•Rojanekirin: 07 Îlon 2018
ÎDLIB
Li Îdliba bajarê Sûriyeyê di êrîşên hêzên rejima Beşşar Esed da sivîlek mir û du sivîl jî birîndar bûn.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî yên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist serê sibê êrîş li gundên Temanîa, Tuh, Breysa û Huweyîna Îdlibê hatin kirin.
Di êrîşên ku cihên sivîl lê dijîn hedef hatin girtin da sivîlek mir û du sivîl jî birîndar bûn.
Du roj berê jî balafirên şer ên Ûris êrîşî rojava û başûrê rojavayê Îdlibê kiribûn. Di êrîşan da 10 sivîl hatibûn kuştin û 20 kes jî birîndar bûbûn.
Îdliba di destê komên biçek ên dijî rejimê û muxalifên eskerî da ye di 4-5ê Gulana 2017an da di civîna Astanayê da wekî "herêma rageşî divê bê kêmkirin" hatibû îlankirin. Lê rejim û hin caran jî Rûsya êrîşên esmanî dibin li ser herêmê.