İbrahim Atmaca
22 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2019
COTABATO CITY
Di referanduma ku wê seba Misilmanên Moroya başûrê Filipînan xweseriyeke berfireh bîne da jimartina dengan didome û li gor encamên nefermî bajarên Cotabato û Isabelayê dengê "Erê" dan.
Ji bo ku seba hin herêmên eyaleta Mîndanoyê ya Filipînan û giravên der û dora eyaletê ji halê hazir pir zêdetir xweseriyeke berfireh çêbibe qanûn hat derxistin û seba qanûnê referandum hat kirin.
Bajarên Cotabato û Isabelayê di nav Herêma Xweser a Mîndanoyê ya Misilman (ARMM) da cih nagre û di kampanyaya referandumê da di nav bajarên krîtîk da bûn.
Li gor van encaman bajar wê tevî Herêma Xweser a Mîndanao û Bangsamoroyê ya Misilman (BARMM) bibin.
Di referanduma ku li herêmên Moroyê hat kirin da ji Moroyiyên ku niha li herêma ARMMyê dijîn hat pirsîn bê ka wê tevî BARMMê bibin an na.
Di referandumê da jimartina dengan yên herêmên din dewam dikin.
- Bi verastkirina nû va hikûmeta xweser a Bangsamoroyê wê ava bibe
Serokê Dewleta Filîpînan Rodrigo Duterte di dawiya tîrmehê da qanûna ku xweseriyeke berfireh dide Misilmanên Bangsamoroyê îmze kir û li gor qanûnê mafên hiqûqî û aborî yên misilmanên herêmê zêde dibin.
Bi verastkirina nû va Hikûmeta Xweser a Bangsamoroyê wê ava bibe. Paytextê Herêma Xweser a Bangsamoroyê wê bibe Cotabato.
Li herêmê mehkemeyên ku hûkmên şerî didin wê bikaribin werin vekirin.
Rêvebiriya navendî wê rayeyên îdarî yên li Mîndanaoyê dewrî hikûmeta Bangsamoroyê bike.
Her wiha şervanên Eniya Rizgariya Neteweyî ya Moroyê ya berê û Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê wê bikaribe tevî artêşê bibe.