YPG/PKKyê li Dêra Zorê bajarokeke din jî bi dest xist
YPG/PKKya rêxistina terorê di operasyona ku bi piştgiriya Amerîkayê didomîne de li Dêra Zorê ji du bajarokên dawîn ên di destê DEAŞê de yek jî bi dest xist
Deyru z Zor
DEYRİZOR/ANKARA
YPG/PKKya rêxistina terorê di encama êrîşên ku bi piştgiriya Amerîkayê dike de Suseya bajaroka Dêra Zorê jî dagir kir.
YPG/PKK di encama pevçûnên ku 8 roj dewam kirin de duh derengê şevê bajaroka Suseyê bi dest xist.
Bi vî awayî DEAŞ di bajaroka Baxozê de asê ma.
YPG/PKK bi piştgiriya asîmanî ya koalîsyonê êrîşên xwe giran kiribûn û di 14ê kanûna paşîn de bajaroka Şîîfeyê bi dest xistibû. Li Dêra Zorê li herêma li rojavayê Firatê hê jî hêzên rejima Esed hene. Ji sê paran yekê axa Sûriyeyê di destê YPG/PKKya rêxistina terorê de ye. YPG/PKK li herêmên ku dixwaze ji DEAŞê bistîne destûrê nade ku sivîl ji wir derkevin û xurek û derman bikevin hundir. Bi hezaran sivîl li bajaroka Baxoza dorpêçkirî mehsûr mane.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.