27 Îlon 2017•Rojanekirin: 27 Îlon 2017
DOHA
Wezîrê Parastina Qeterê Xalid bîn Mihemed el-Atiye got, "Abloqeya çar welatan, li gorî berê li hemberî geflêxwarinan em xurtir û bihêztir kirin."
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Qeterê QNAyê, Atiye li Zanîngeha Carneige Mellon a li Qeterê di konferansa "Êrîşên Sîber: Bandorên wê yên Aborî û Sosyal" da axivî û bal kişand ser qeyrana di navbera Qeterê û hin welatên erebî da û got ku welatê wî li hemberî vê qeyranê bi hemû hêza xwe va li ber xwe da û îsbat kir ku hêza wê heye, xwe ji vê yekê rizgar bike.
Atiye destnîşan kir welatên ku berê xwe dan Qeterê, di meha gulanê da êrîşeke sîber birin ser QNAyê û xwestin ku zemînekî meşrû ji abloqeya xwe ra saz bikin û wiha got, "Abloqeya çar welatan, li gorî berê li hemberî geflêxwarinan em xurtir û bihêztir kirin."