Dinya, archive

Qedexeya Xutbeyê li 12 melayan

Li Herêma Kurdistana Îraqê ya Federal 12 meleyên ku ji bo hilbijartinên 21 îlonê bûne namzet, xutbedayina wan hat qedexekirin.

31.07.2013 - Rojanekırın : 31.07.2013
Qedexeya Xutbeyê li 12 melayan

ERBÎL

Wezareta Karên Dînî û Weqfên Kurdistanê der barê hilbijartinên giştî yên 21 îlonê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de tê gotin ku xutbedayina 12 meleyên ku ji bo parlamanteriya Kurdistanê namzetiya xwe danîne, ji bo ku propagandaya hilbijartinê neyê kirin, hat qedexekirin. 

 Berdevkê Wezaretê Merîwan Neqşebendî, daxuyaniyek da nûçevanê AAyê û got: Min ji bo ku 12 meleyên namzetiya xwe danîne, xutbeyê nedin, pêşniyar da seba ku di xutbeyê de propaganda neyê kirin û divê bê qedexekirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.