ÎSLAMABAD
Memnûn Huseynê ku ji Yekîtiya Misilman ya Pakistanê piştgirî digirt, bû serokomarê 12mîn yê welêt.
Ji bo ku serokomarê nû hibijêrin, li parlementoyên federal, senato û eyaletê hilbijartin hatin kirin. Namzedê Yekîtiya Misilman yê Pakistanê Memnûn Huseyn hilbijartin qezenc kirin û namzedê Partiya Tehrîkî Însaf paşde ma.
Tê payîn ku encamên fermî yên hilbijartinê dê di demek şûn de bên eşkerekirin.
Memnûn Huseyn piştî ku hilbijartin qezec kirin, ji peywira xwe ya Yekîtiya Misilman ya Pakistanê îstifa kir. Bergiriyên ewlehiyê yên li ber deriyê xaniyê Memnûn Huseyn ya li Qereçiyê hatin zêdekirin.
Maweya serokomarê nû yê Pakistanê 5 sal in. Memnûn Huseyn dê di 9ê îlonê de sond bixwe û dest bi kar bike. Heya vê demê dê serokomarê 11. Asif Alî Zerdarî karê xwe bidomîne.