ANKARA
Di xutbeya înê ya îro ku li mizgeftan hat xwendin de hat destnîşankirin ku nijadperestî hem li hember mirovahiyê sûcek e hem jî li hember Xwedê bêrêzî ye. Di xutbeyê da hat bibîrxistin ku dînê Îslamê bi hemû hêmanan ve teasûb, esabiyet û nijadperestiyê red dike.
Di xutbeya ku bi destê Midûriya Giştî ya Karûbarên Dînî ya Serokatiya Karên Diyanetê hat amadekirin de li ser mijara "nijadperestiyê" hat sekinîn.
Di xutbeyê de hat destnîşankirin ku "Yek ji taybetmendiyên herî girîng ên dînê me Îslamê ew e ku nahêle ku tu nijadek li hember nijada din, komek li hember komeke din an jî civatekê din xwe mezin bikuje" û hat diyarkirin ku mirov hemû zarokên Hezretî Adem û Hewayê ne û ji vî aliyî ve wekhev in û Îslam tu carê destûrê nade ku mirov esl û binyada xwe, neteweya xwe esas bigirin û li hember hev xwe mezin bikujin.
Di xutbeyê de hat gotin ku heq û heqîqet, şeref û mezinahî ne li gor netewe, nijad û esl û binyadê ye, girêdayî dîn e ku Xwedayê mezin şand û li gor peyrewiya kitêb, exlaq, fazîlet û erdemê ye û wiha hat gotin: "Mijara ku mirovan li ba Xwedê mezin û biqîmet dike û wan digihîne bextewariya axretê, nijad, esl û binyad, rengê çermê wî û zimanê wî nîne. Mezinahiya mirov her dem di wê yekê de ye ku mirov li hember Xwedê di nav hişmendiya evdbûn û berpirsyariyê de be û vê hişmendiyê di jiyana xwe de tetbîq bike."
Di xutbeyê de hat bibîrxistin ku dema mirov hatin hizûra Xwedê dê bi emelê xwe re rû bi rû bin, dê tu girîngiya esl û binyada wan çênebe û daxuyaniyê wiha berdewam kir:
"Nijadperestî di rastiya xwe de hem sûcek e ku li hember mirovahiyê tê kirin hem jî bêrêziya li hember Xwedê ye. Ji ber vê yekê ye ku dînê me Îslam, bi hemû hêmanan ve teasûb, esabiyet û nijadperestî red kiriye. Ligel vê yekê seranserê dîrokê ji ber nêrîna cahiliyeyê di erdnîgariya Îslamê de dijminahî û xusumet, kîn û nefred, xwîn û hêstir qet kêm nebûne. Em bi xemgînî dibêjin ku îro jî misilmanên ku baweriya heman dîn, kitêb û pêxemberî dikin de jimara wan kesên ku dikevin nav tuxyana mezheb, meşreb, nijad û îdeolojiya xwe derxînin pêşiya Îslamê kêm nînin. Pêxemberê me mirina kesên ku bi hestên nijadperestî tevdigerin û ji civaka Îslamê dûr dikevin, bi hestên esabiyetê şer dikin û ji bo vê dozê dimirin wekî "mirina li ser cahiliyeyê" bi nav dike. Ew çax werin em alema hiş û dilê xwe bi heqîqatên bilind ên Îslamê tezyîn bikin. Em xwe nekin mehkûmê teasûb, esabiyet û nijadperestiya ku dînê me destûrê nadê."