Fatih Gazioğlu
2018 ж. 18 мамыр•Rojanekirin: 2018 ж. 18 мамыр
ANKARA
Serokatiya Kar û Barên Diyanetê hemû mizgeftan li ser Qudsê bi navê "Birîna Me Qudis" xutbeyek hat dayîn.
Di xutbeyê de wiha hat gotin: "Mekke û Medîne ka çawa rih û eşqa misilmanen e, Qudis jî eynî ye û wekî xwîna ku ji demaran re derbas dibe ye. Qudis kilîda avahiya wehdeta umeta Îslamê ye."
Xutbeyê de hedîsa Pêxemberê Me hat bîrxistin û wiha hat gotin: "Ji nifirên mezlûman xwe veşirên. Çimkî di navbera wê û Xwedê de tu perde nîne."
Di xutbeyê de hat gotin ku Qudis bajarekî qedîm, muberek û miqedes e û wiha dewam kir:
"Divê tu kes têkilî Qudsê nebe û destê xwê dirêjî ewlehiya wê neke. Ev heram e. Ev bajarê pîroz qibleya Îslamê ya ewil e û gelek pêxember ji vê derê derketine. Di kevir û axa Qudsê de xatireyên pêxemberên ezîz hene."
Di xutbeyê de hat gotin ku Qudis her dem navenda aştî û hizûrê bû û îro rastî dagirkirineke hovane hatiye.