XETA SOR YA MISILMANAN QUDS

Serokomar Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Qudisê ra name şand

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê."

Türkan Tosun  | 09.02.2020 - Rojanekırın : 10.02.2020
Serokomar Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Qudisê ra name şand

Istanbul

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan got: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê."

Serokomar Erdogan ji Konferansa Sêyemîn a Platforma Qudisê ya Di Navbera Parlamenteran Da ya li Kuala Lumpura paytextê Malezyayê bi mijara "Ber Bi Stratejiyeke Bitesîr a Dagirkeriya Îsraîlê Dawî Bike" hat lidarxistin ra nameyek şand.

Erdogan di nameya xwe da xîtabê Serokwezîrê Malezyayê Mahathîr Mihemed, endamên Platforma Qudisê ya Di Navbera Parlamenteran Da û beşdarvanên konferansê kir û hêvî kir ku konferans bi encameke baş va dawî bibe.

- "Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê"

Ji bo lidarxistina konferansê Ergogan got di demeke niha da lidarxistina konferanseke wiha pir girîng e û wiha dewam kir: "Plana ku bi navê "Plana Sedsalê" va kete rojeva dinyayê û Qudisê wek paytextê Îsraîlê îlan dike, xêncî tehdîtkirina aştî û aramiya herêmê kêrî tiştekî nayê. Emê destûrê nedin ku ev xeyal pêk bê. Em vê plana ku axa Filistînê dagir dike, Filistînê bi tevahî tune dihesibîne û Qudisê rapêç dike qebûl nakin. Ev gav wek çareseriya dudewletiyê qebûl dike xuya dike, lê meneya wê di bin banê rêvebiriya Amerîkayê da meşrûkirina dagirkeriya Îsraîlê ye ku em vê qebûl nakin.

Serokomar Erdogan got Filistîn bi salane rastî dagirkeriyê, êş û xirabkirinê tê, Îsraîl jî bi awayekî neheq û bêqanûnî gihîştiye sînorên xwe yên îro ku Tirkiye vê qebûl nake û di têkoşîna birayên xwe yên Filistînî da wan tenê nahêle.

- "Qudis xeta me ya sor e"

Erdogan wiha dewam kir: "Ez dixwazim careke din bibêjim, Qudis xeta me ya sor e. Wek welatên Misilman di vê pêvajoyê da ya dikeve li ser milê me ew e ku em mehremiyata Mescîda Eqsayê biparêzin, Qudisa ku çinara aştiyê ye xwedî derkevin û heqên Filistiniyan biparêzin."

Herî dawîn Erdogan di nameya xwe da bal kişande polîtîkayên welatên Îslamê yên li hemberî vê planê û got ev rewş xemgîniyê dide wî.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.