MARDÎN
Li Qoserê li dijî endamên şaxa ciwanan a PKKyê YDG-Hyê operasyon hat kirin û di operasyonê da 3 kes hatin girtin.
Li gor agahiyan beriya hilbijartinên parlementeriyê yên 7ê hezîranê şaxa ciwanan a PKKyê YDG-H ji bo çalakiyan amadehî dikir, li ser vê operasyonê dest pê kir û 3 kes hatin binçavkirin.
Piştî kar û barên li Midûriyeta Ewlehiyê derket holê ku gumanbar li bajarên cuda tevlî çalakiyan bûne.
Lêpirsîna der heqê bûyerê da dewam dike.
Li Diyarbekirê 2 endamên YDG-Hya şaxa ciwaniyê ya PKKyê yên hat diyarkirin ku 2 bira revandin, ew bi kuştinê tehdît kirin û dan ber kêran, hatin girtin.
Walîtiyê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku hêzên ewlehiya Midûriya Ewlehiyê li ser îxbareke "endamên şaxa ciwaniyê ya rêxistina terorê du bira bi darê zorê revandin û derb kirin, demekê ragirtin, dan ber kêran û piştî ku bi mirinê ew tehdît kirin berdan" operasyon birin ser YDG-Hyê.
Dan zanîn 2 kesên ku der barê bûyerê de hatin binçavkirin, sewqî meqamên edlî kirin û hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ve tê kirin de hat gotin ku bûyera navborî berê di hin malperan de bi serenava "Ocaxa welatiyê ku pirsa cihê zêrfiroş kir, kor bû" wek nûçe hat çêkirin, di nûçeyê de agahiyên şaş ên wekî "şêlankeran welatiyekî ku pirsa cihê zêrfiroş kir şopandin, pişt re bi zora kêran zêrê wî xesb kirin" cî girt.