QAHÎRE
Jinên alîgirên demokrasiyê jî bi xwepêşanan ji Mescîda Nûr ber bi Wezareta Parastinê ve meşiyan. Jinên ku li Gîzayê cinazeyê temsîlî digerandin heya balyozxaneyên Mîrektiyên Yekitiya Ereban û Erebistana Siûdî meşiyan.
Di vê navberê de li kolana Nasr (Serkeftin) ya ku hêzên ewlehiyê gele reşandibû gel, nimêja temsîlî ya cinaze hat kirin.
Li Diyarbekir, Rîze, Tavşanliya navçeya Kûtahyayê û Kîlîsê ji bo miriyên aligîrên demokrasiya Misrê ku bi gulebaranê miribûn, nimêja xiyabî ya cinaze hat kirin. Li Trabzonê jî hin endamên saziyên sivîl ji bo kesên ku di bûyeran de mirin, dia kirin.