18 Mijdar 2016•Rojanekirin: 19 Mijdar 2016
HEWLÊR
Îbrahîm Biroyê Sekreterê Giştî yê Partiya Yekîtiya Kurdan a Sûriyeyê piştrast kir ku Hesen Salihê Alîkarê Sekereterê Giştî ya Partiya Yekîtiya Kurdan a Sûriyeyê ku di bin banê Encumena Niştîmanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) da cî digire jî di nav da 6 rayedarên payebilind ên partiyê bi destê PKK/PYDya rêxistina terorê dîl hatin girtin.
Biro di daxuyaniya çapemeniyê da destnîşan kir ku hêzên çekdar ên PYDyê li Amûda bajaroja Hesekeyê bi ser avahiya Partiya Yekîtiya Kurdan a Sûriyeyê da girtin û wiha got: "Hêzên çekdar ên PYDyê bi ser avahiya partiyê da girtin û Hesen Salihê Alîkarê Sekreterê Giştî ya Partiya Yekîtiya Kurdan a Sûriyeyê jî di nav da 6 rayedarên payebilind ên partiyê dîl girtin."
Biro diyar kir ku demek berê hêzên çekdar ên girêdayî PYDê gelek endamên ENKSê hêsîr girtin û wiha got: "Ji ber ku beşdarî merasima cinazeyê pêşmergeyekê ku di şerê dijî DEAŞê da şehîd ketibû bibûn PYDê li gor kêfa xwe 50 kes girt û avête zîndanên xwe."
Biro got çaxa ku serê wan diêşe û di tengasiyê da dimînin PYD êrîşî ENKSê dike û wiha pê da çû: "Gel wek berê piştgiriyê nade wan (PYD) û her diçe zeyif dikevin. Em ber bi dawiya şerê dijî DEAŞê diçin. Hewcedariya DYAyê ya bi PYDê her diçe kêm dibe. Ew jî heyfa têkçûyîna xwe dixwazin ku ji ENKSê derxin."
Biro der heqê amedehiyên şerê Rakkayê wiha axivî:
"PYD ji bo ku jimara milîtanên xwe zêde bike êrîşan li gundan dike û bi zorî ciwanên dikin leşker. Rayedarên Herêma Kurdistanê ji bo şerê li dijî DEAŞê dixebitin ji aliyê din ve PYD zordariyê li cîwanan dike. PYD li serî da ewil rayedarên Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê bi tevahî rayedarên partiyên din jî yên girêdeyiya ENKSê binçav dike û diavêje zindanan."