Türkan Tosun
27 Adar 2018•Rojanekirin: 28 Adar 2018
WASHINGTON
Balyozê Enqereyê yê berê yê Amerîkayê James Jeffrey got PYD/YPG hêzên PKKya rêxistina terorê ye û wiha axivî: "Saziyên Amerîkayê yên bi vê mijarê re eleqedar in gelek caran ev têkilî anîn ziman, lê rêvebiriya Amerîkayê herçiqas PKKyê wek rêxistina terorê bi nav bike jî (der barê YPGyê de) bi fermî guh nade vê rewşê."
Jeffreyê ku di navbera salên 2008-2010an de wekî Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê xebitiye der barê piştgiriya Amerîkayê ya PYD/PKKyê de axivî.
Jeffrey got têkiliya di navbera PYD/YPG û PKKyê de ne raz e, hin saziyên îstixbaratê yên Amerîkayê jî vê qebûl dikin.
- "Di bin kontrola PKKyê de ye"
Dîplomatê teqawîdbûyî Jeffrey wiha axivî: "Bêşik PYD û şaxa wê ya eskerî YPG hêzên PKKyê ne û bi gelemperî di bin kontrola wê de ne. Saziyên Amerîkayê yên bi vê mijarê re eleqedar in gelek caran ev têkilî anîn ziman, lê rêvebiriya Amerîkayê herçiqas PKKyê wek rêxistina terorê bi nav bike jî (der barê YPGyê de) bi fermî guh nade vê rewşê."
Jeffrey got Amerîkayê PKK hê wekî rêxistina terorê îlan nekiriye û ji ber vê dikare bi wê re hevkariyê bike.
Jeffrey anî ziman têkoşîna Amerîkayê ya li dijî DEAŞa rêxistina terorê hê neqediyaye, li hin herêmên Sûriyeyê milîtanên DEAŞê hene û ji ber vê Koalîsyoneke dijî DEAŞê wekî sazûmaniyeke burokratîk wê demeke dirêj dewam bike, Amerîka dikare bi hezaran eskerên xwe li Sûriyeyê bi cih bike.
- "Armanc ew nîne ku Kurdan li Sûriyeyê wekî hêzeke otonom xurt bike"
Der barê hevkariya Amerîka û PYD/YPGyê de Jeffrey got ji bo ku Amerîka li Sûriyeyê eskerên xwe bi cih bike, li dijî rejima Esed tevbigere ev rêya herî hêsan e û wiha dewam kir: "Armanca vê hevkariyê ew nîne ku Kurdan li Sûriyeyê wekî hêzeke otonom xurt bike"
- "Eskerên Tirk û Amerîkî wê pev neçin"
Jeffrey anî ziman di navbera Tirkiye û Amerîkayê de têkiliyên xurt hene, hin pirsgirêk hebin jî çareseriya wan wê demeke dirêj bikşîne û wiha got: "Lê ez bawer im eskerên Tirk û Amerîkî wê pev neçin."
Ji bo mijara Minbicê jî Jeffrey got hevdîtin dewam dikin û encamên erênî wê ji van hevdîtinan derkevin.
- "Tehdîdên stratejîk PYD/PKK û Esed-Îran-Rûsya ne"
Jeffrey îdia kir ku di peywenda Sûriyeyê de ji bo Tirkiyeyê du tehdîdên stratejîk PYD/PKK û Esed-Îran-Rûsya ne û wiha pê de çû: "Li hember Esed-Îran-Rûsyayê ji bo Tirkiyeyê mutefîqê tekane yê demdirêj Amerîka ye. Lê Amerîka jî ji bo ku li Sûriyeyê li hember van bikaribe eskerên xwe bihewîne, mecbur e ku bi PYDyê re hevkariyê bike."