03 Adar 2017•Rojanekirin: 05 Adar 2017
HEWLÊR
PYD/PKKya rêxistina terorê li Qamişloya navçeya Hesekê girt ser avahiyên partiyên girêdayî Encumena Nîştimanî ya Kurdî Li Sûriyeyê (ENKS) û agir bera wan da.
Nûnerê ENKSê yê Hewlêra Herêma Kurdistana Iraqê (HKI)yê Xalid Elî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got, "Çekdarên PYDê li Qamişlo girt ser avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) û Partiya Yekîtiya Demokrat a Sûriyeyê (PYD-S) û agir bera wan da."
Elî anî ziman ku çekdarên PYDê berî ku agir berdin avahiyên partiyê girêdayî ENKSê sivîl bi zorê derxistine derva û heqaret li wan kirine û hemî eşya şikandine û got, "Çekdaran bi hevwextî êrîşî buroya ENKSê ya li Dirbêsiyê jî kirine. Kes di bûyerê da nemiriye û birîndar jî nebûye. Bi navtêdana PYDê hinek hewadarên rêxistinê rijiyane kolanan û hewl dan li dijî ENKSê çalakiyan li dar bixînin lê belê gel piştgiriya wan nekir."