02 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
AZEZ
Li Sûriyeyê di encama topbarana PKK/PYDya rêxistina terorê bo ser Ezaza navçeya Helebê zarokek birîndar bû.
Li Ezaza di bin kontrola mixalifan de, rayedarekî Parastina Sivîlan (Baret spiyan) Heysem Ceber ji nûçegihanê AAyê re ragihand, PKK/PYD gundê Kel Cibrîna ku dikeve başûrê Ezazê topbaran dike.
Ceber anî ziman ku bi mermiyeke topê ku ket nava sivîlan, keçikeke 2 salî bîrîndar bûye û keçik rakirine Nexweşxaneya Ezazê.
Di encama êrîşa rêxistina terorê de bo ser gundê Kel Cibrînê hefteya borî jî 21 kes birîndar bûbûn.