Muhammet Kurşun
01 Tebax 2017•Rojanekirin: 02 Tebax 2017
ÎSLAMABAD
Li Pakistanê piştî ku qoltixa serokwezîriyê ji Newaz Şerîf vala bû Wezîrê Petrol û Çavkaniyê Siriştî Şahid Xaqan Ebbasî lê rûnişt. Tê pêşbînîkirin ku Ebbasî wezîfeyê dewrî birayê Şerîf Şehbaz Şerîf bike.
Piştî ku Şerîf bi biryara mehkemeya destûrê ji wezîfeyê hat dûrxistin, li Meclisa Nîştimanî ku beşa di bin Meclisa Parlamentoya Pakistanê re ye dengdayîna serokwezîriyê hat kirin.
Di dengdanê de partiya Newaz Şerîf PML-N Ebbasî wek namzed nîşan da û 221 dengî hat hilbijartin.

Ebbasî dê îro di merasima sondê de dest bi wezîfeyê bike. PML-Nê di 29ê Tîrmehê de ragihandibû ku dê birayê Newaz Şerîf, Serokwezîrê Eyaleta Pencapê Şehbaz Şerîf bibe namzed.
Lê divê pêşî Şehbaz Şerîf bikeve Meclisa Nîştimanî. Di vê pêvajoyê de dê Ebbasî bi awayekî demkî serokwezîriyê bike.
Şehbaz Şerîf pêşî dê ji Serokwezîriya Eyaleta Pencapê îstîfa bike û 17ê Îlonê bikeve hilbijartina berwext.
Dema Şerîf di hilbijartina berwext de bi ser bikeve dê wezîfeyê ji Ebbasî dewir bigire.
Tê çavnêrîkirin ku Şerîf hilbijartinê kesin qezenc bike û serokwezîr.