Elif Orhan
20 Hezîran 2018•Rojanekirin: 21 Hezîran 2018
BRUKSEL
Teşkilata polêsên Ewropayê Europol da zanîn ku PKKya rêxistina terorê Ewropayê ji bo peydakirina çekan û berhevkirina endaman wekî baregeha lojîstîk bi kar tîne.
"Rapora 2018an a Trend û Rewşa Terorîzmê ya Yekîtiya Ewropayê (YE)" ya Europola teşkîlata polêsan a Ewropayê hat eşkerekirin. Di raporê de hat diyarkirin ku PKKya rêxistina terorê dîasporaya Kurdan a li Ewropayê ji bo ku pevçûnê bikêşe derveyî welêt wekî amûrekî bi kar tîne.
Di raporê de hat gotin ku "PKK Ewropayê ji bo peydakirina çekan û berhevkirina endaman wekî baregeha lojîstîk bi kar tîne."
Di raporê de hat ragihandin ku PKK bi awayekî sîstematîk û kotekî ji bo fealiyetên xwe fînanse bike li tevahiya YEyê berhevkirina xeracê didomîne û dan zanîn ku PKK ji bo ku fînansmana xwe pêk bîne li YEyê şirketên paravan bi kar tîne.
Ji aliyê din ve hat raporkirin ku rêxistina terorê ji bo ku qezanca madî b dest bixe fealiyetên bi sûcê re têkildar dike.
- "Ciwanan dişînin kampên mejîşûştinê"
Di raporê de dan zanîn ku PKK li Fransayê bi saziya bi navê "Komalên Ciwan" ciwanan dikşîne rêxistina terorê û wiha hat gotin: "Ciwanên ku dibin endamên rêxistinê di bin kontrola endamên PKKê yên payebilind li cihên ji malbatên xwe dûr dişînin kampên "mejîşûştinê." Piştî vê li kampên eskerî yên li Ermenistan, Îran û Iraqê teknîkên şer hînê ciwanan dikin."
- Li Fransayê 6 milyon euro berhev kir
Di raporê de hat ragihandin ku li Fransa, Almanya û Hollandayê endamên PKKê endamên PKKê ji ber sûcên cuda yên wekî endamtiya rêxistina terorê, fînansekirina terorê, helalkirina pereyê reş û ji bo rêxistinê dîtina endaman hatin mehkûmkirin.
Li Fransaya ku 8 kesên endamên rêxistina terorê ji ber sûcê fînansekirina terorê sûcdar hatin dîtin PKK di sala 2017an de li Fransayê nêzî 6 milyon euroyê pere berhev kir.
- DHKP-C li Tirkiye û Ewropayê çalak e"
Di raporê de hat destnîşankirin ku li Tirkiye û Ewropayê çalakbûna DHKP-Cyê didome û hat ragihandin ku rêxistina terorê li Ewropayê tu êrîş nekirin lê belê hin welatên YEyê komeke ku piştgiriya malî û lojîstik dide operasyonên li Tirkiyeyê heye.