Dinya

Makedonyayê navê xwe guherand

Meclisa Makedonyayê peymana digel Yûnanistanê pesend kir ku li gor vê navê vî welatî wek "Komara Makedonyaya Bakur" tê guherandin.

Muhammet Kurşun  | 20.06.2018 - Rojanekırın : 26.06.2018
Makedonyayê navê xwe guherand

Üsküp

ÜSKÜP

Meclisa Makedonyayê peymana digel Yûnanistanê pesend kir ku li gor vê navê vî welatî wek "Komara Makedonyaya Bakur" tê guherandin.

Rûniştina pesendkirina peymana hevkariya stratejîk ku problema nav digel Yûnanistanê çareser dike ji 120 parlamenteran bi 69 kesan bi rê ve çû. Yên beşdarî rûniştinê bûn hemûyan got "erê". Parlamenterên muxalefetê beşdarî civînê nebûn.

Serokwezîr Zoran Zaev li meclisê axaftinek kir û ragihand ku bi vê peymanê nediyarî ji holê radibe.

Zaev got NATOyê maddeya vexwendina Makedonyayê bo zîrveya 11-12ê Tîrmeyê qebûl kir û loma jî ev peymana digel Yûnanistanê ji herdu aliyan re jî cihê qebûlê ye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın