06 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
HEWLÊR
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Sefîn Dîzeyî daxuyaniyek da Rûdawê got ku "Der heqê vekişîna PKKê ji Şingalê de me ji rêxistinê bersiveke erênî stand. Tenê ma ku em li ser mekanîzmaya paşvekişînê biaxivin."
Fermandeyeyekî Pêşmerge li Şingalê Qasim Dirbo jî çend roj beriya niha daxuyaniyek dabû nûçegihanê AAyê û diyar kiribû ku dê PKKa rêxistina terorî ji Şingalê vekişe û teroristên PKKyî ji niha ve amadehiyê dikin.
Dirbo gotibû ku dê tenê PKKiyên ku ji Qendîlê hatine û YPGiyên ku ji Sûriyeyê hatine vekişin û wiha axivîbû: "Hemû ji Tirkiye û Sûriyeyê ne. Ji ber vê ev herdu kom dê ji Şingalê vekişin."
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin der heqê Şingalê de gotibû: "Rêxistina terorî di çarçoveya têkoşîna dijî DEAŞê de bi hinceta êzdiyan hewl dide ku ji xwe re cihekî çêke. Em tu carî destûr nadin ku Şingal bibe Qendîleke duyemîn."
Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu jî di daxuyaniya xwe ya di 26ê cotmehê de diyar kiribû ku dê destûr nedin ku PKK li Iraqê rêxistin be û wiha axivîbû: "Dixwazin ku Şingalê bikin Qendîleke duyemîn. Em ê mafên xwe yên navneteweyî bikar bînin û bi awayekî çalak midaxaleyî rêxistina PKKê ya li Iraqê bikin."