05 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 06 Rêbendan 2017
BELGRAD
Nîhat Îbrahîmkadîcê kameramanê AAyê yê ku li Belgirada paytextê Sirbistanê wezîfeyê dike bi destê hin kesên ku nasnameyên wan hê nehatine tesîbtkirin rastî êrîşê hat.
Îbrahîmkadîcê ku li nêzîkî gara trenê ya Belgradê hat derbkirin bi destê leşkerên girêdayî Yekîneya Cendirmeyên Sirbistanê hat dîtin û paşê rakirin Akademiya Tipê ya Leşkerî.
Hat ragihandin ku çengeya Îbrahîmkadîcê ku di yekeya nexweşên giran da tê dermankirin şikestiye û ew ê sibê bê emeliyatkirin.
Hat destnîşankirin ku êrîşkaran dest nedane kompîtir, têlefona desta û amûrên din ên Îbrahîmkadîc.
Der barê bûyerê da agahî dan balyozxaneyên Tirkiyeyê yên Belgrad û Saraybosnayê.
Îbrahîmkadîcê welatiyê Bosna Hersekê ji sala 2012an virda li Belgradê wek kameraman wezîfe dikir.