Tolga Akbaba
2026 ж. 26 ақпан•Rojanekirin: 2026 ж. 27 ақпан
Mesûd Pizişkiyanê Serokomarê Îranê bal kişand ser gotinên Elî Xameneyê rêberê dînî yê Îranê yê der heqê bernameya nukleerê da û wiha got, "Rêberê civakê fenanî siyasetmedaran derewan nake, ku got çeka me ya nukleerî dê tunebe ev tê wê maneyê ku dê bi rastî jî tunebe."
Li gorî têlevîzyona dewleta Îranê, Pizişkiyan di Civîna Konseya Plansazî û Pêşketina Eyaleta Mazenderanê da têkildarî rojevê nirxandin kirin.
Pizişkiyanê Serokomar bal kişand ku ew ne li pey çeka nukleerî ne û ji bo Xameney wiha got, "Rêberê civakê fenanî siyasetmedaran derewan nake, ku got çeka me ya nukleerî dê tunebe ev tê wê maneyê ku dê bi rastî jî tunebe."
Pizişkiyan ji bo daxuyaniya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ya "Îran divê wê yekê îlan bike ku dê nebe xwedî çeka nukleerî" jî wiha got, "Me ji xwe ev yek gelek carî eşkere kir."
JD Vanceê Alîkarê Serokê Amerîkayê diyar kiribû ku Trump di mijara Îranê da helwesteke pir zelal nîşan dide û wiha gotibû, "Peyama serok pir eşkere ye. Nabe Îran bibe xwedî çeka nukleerî."