2015 ж. 21 қыркүйек•Rojanekirin: 2015 ж. 21 қыркүйек
Hat diyarkirin ku hikûmeta Iraqê piştî 25 salan cara ewil balyoz tayînî Riyada paytextê Erebistana Siûdî kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya Serokomariya Iraqê da hat diyarkirin ku Serokomar Fûat Mesûm Ruşdî el-Aniyê ku di çarçoveya pêşvabirina têkiliyên Iraq û Erebistana Siûdî da wek Balyozê Riyadê hatibû tayînkirin qebûl kir, li bendêne ku balyozê Erebistana Siûdî jî bê Bexdayê.
Erebistana Siûdî piştî ku di sala 1990î da hêzên Iraqê Quweyt dagir kiribûn balyozê xwe yê Bexdayê paşda kişandibû. Nurî el-Malîkî di 2003yan da bibû serokwezîr û Erebistan Siûdî sûcdar kiribû ku piştgiriyê dide terorê û 8 salên dawiyê da têkiliyên di navbera herdu welatan da xirab bibûn.