ŞANLIURFA
Li Kobanêya Helebê pevçûnên di nabeyna DÎŞI û hêzên kurdan de li nav bajêr û herêmên li rojavayê bajêr berdewam dikin.
DÎŞI hewl dide ku deriyê sînor ê li Kobanêyê bi dest bixe û êrîşên xwe yên li ser bajêr û herêmên li rojavayê bajêr berdewam dike.
Wek mayîn balafirên şer ên hêzên koalîsyonê bombe avêtin girê Tel Şeîrê û balafirên şer li herêmê derdikevin keşfê.