2016 ж. 16 қазан•Rojanekirin: 2016 ж. 17 қазан
WASHINGTON
Wezreta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) diyar kir, operasyona rizgarkirna bajarê Mûsilê ku di destê DEAŞê da ye, hê bi topyekûn dest pê nekiriye.
Rayedarekî Pentagonê pirsa nûçegihanê AAyê ya operasyona rizgarkirina Mûsilê bersivand û got: "Êrîşa topyekûn hê dest pê nekiriye."
Rayedar li ser pirsa "operasyon bi qismî be jî dest pê kiriye an na?" jî wiha got: "Ez nikarim vê ji we ra piştrast bikim."
Ji aliyekî din va li ser platformên medyaya sosyal gelek agahî hene ku operasyona Mûsilê dest pê kiriye.
Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) jî diyar kir ku agahî ne rast in.
CENTCOMê li ser pirsa AAyê daxuyaniya nivîskî da û wiha got:
"Planeke îdia dikin ku der heqê operasyona Mûsilê da ye li ser Twîtterê hatiye parvekirin, em vê dizanin. Li ser înternet û medyaya civakî gelek nûçeyên ne çewt hene. Gelek mirov wisa zen dikin ku azadkirina Mûsilê wê çawa bibe û kengê dest pê bike dizanin. Azadkirina Mûsilê planeke artêşa Iraqê ye û hikûmeta Iraqê wê despêka operasyonê tayîn bike."