Fatih Gazioğlu
07 Hezîran 2017•Rojanekirin: 07 Hezîran 2017
WASHINGTON
DYAyê ragihand ku operasyona Reqayê bi serokatiya Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (SDG) ya rêxistina paravan a PYD/PKKya rêxistina terorê ye ji duh pê va dest pê kir.
Der barê operasyonê de Korgeneral Steve Townsend daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku operasyona rizgarkirina Reqayê ji duh pê va bi serokatiya SDGyê va dest pê kiriye.
Townsend got ku operasyon Reqayê wê zor û zehmet derbas bibe lê wê di demeke kin de wê DEAŞê têk bibin. Townsend diyar kir ku ew ê ji bilî taktîkên şer wê arîkariya çek, perwerde, îstîxbarat û arîkariya lojîstîkê jî bidine hêzên SDGyê.
Ji aliyê din ve SDG ji bo terikandina bajêr bangî gelê Reqayê kir.