20 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2016
MÛSIL
Hêzên Pêşmerge yên li Iraqê ne li herêma Nawerana di destê DEAŞa rêxistina terorê da ye droneke rêxistinê daxist.
Li gor agahiyên ku ekîba AAyê ya li herêma şere da hêzên pêşmerge yên li başûrê rojhilatê Mûsilê hêwirîn li herêmê droneke DEAŞê tespîtkirin û gule berdanê û ew anîn xwarê.
Dîmenên drona ku ji hêla pêşmergeyan va hat daxistin ji hêla ekîba AAyê va hat kişandin.
Operasyonê berdestê sibehê zû ji 3 milan dest pê kir û di navbera hêzên pêşmerge û milîtanên DEAŞê da şerekî dijwar didome. Milîtanên DEAŞê ji bo parastina herêmên lê bi cih bûne bi topên hewanê êrîş dikin û pêşmerge jî bi çekên giran va agir bi ser wan da dibarînin û pêşva diçin.
Li herêmê eskerên hêzên koalîsyona navneteweyî jî di operasyonê da cih digirin û tevlî şer dibin.