Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
MOSKOW
Pisporên rûs, di wê baweriyê de hemfikir in ku dê referandûma serxwebûnê ya ku Herêma Kurdistanê di 25ê Îlonê de bike, li herêmê rê li ber pevçûn, tevlihevî û bêîstiqrariyên nû veke.
Serokê Civaka Hevkariya Ticarî û Dostaniya Welatên Erebî Vyaçeslav Matuzov, daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku Destûra Iraqê rê nade ku li hin herêmên diyar referandûma cudabûnê were kirin, loma jî tu kes encama referandûma li Herêma Kurdistanê nas nake.
Matuzov wiha axivî:
"Rûsya, li dijî wê yekê ye ku Herêma Kurdistanê ji Iraqê cuda bibe. Biryareke wisa tesîreke bizirar dê derxîne holê. Dê rê li ber pevçûn û lihevnekirinên nû veke. Ez bawer nakim ku li Rojhilata Navîn kes piştgiriyê bide serxwebûna Herêma Kurdistanê."
Dîrektorê Navenda Lêkolînên Qefqas-Rojhilata Navîn Stanislav Tarasov, îddia kir ku fikrê cudabûna Herêma Kurdistanê ji Iraqê li gor polîtikayên Rojava ne ku dixwaze "parçe bike û birêve bibe"
Tarasov got "projeya Kurd" li Rojhilata Navîn aîdî Emrîkayê ye û loma jî li Sûriyê û Iraqê çekên sivik û giran dide kurdan. Tarasov wiha axivî: "Hê wêdetir, encama wê hîç nafikirin. Bifikirin ku di krîza Sûriyê de çareserî çêbibe, dê kurd van çekan deynin? Nexêr. Dê şer bidomînin."
Herwiha behsa wê yekê kir ku kurd li Iraqê xwedî xweseriyê ne û ev ji wan re ji cudabûnê biavantajtir e û got: "Li Rojhilata Navîn dewleteke kurd dê rê li ber bêîstiqrariya ciddî û pevçûnên ku bi salan bidomin veke."
"Ji cudabûna Herêma Kurdistanê tenê dê Îsraîl fêdeyê bibîne"
Berpirsê Lêkolînê li Enstîtuya Xebatê Rojhilat û Navenda Xebatên Îslamî û Erebî Boris Dolgov jî got, Emrîka der barê rûxandina Esed bi kurdan re li hev kiriye û di muqabilî vê de jî li Herêma Kurdistanê û Sûriyê dê ji bo polîtîkayên cudakirinê piştgiriyê bistîne.
Dolgov îddia kir ku ev rewş li hevkariya Emrîka-Îsraîlê jî tê û Îsraîl dê ji dewleteke ku ji bo wê wek dost dixuyê fêdeyê bigire.
Dolgov got ji ber ku Iraq û Sûriyê zeîf ketine û Tirkiye jî bi PKKyê re şer dike ji bo referandûmê tarîxeke guncav diyar kirine. Wek din nirxandina xwe wiha temam kir:
"Di diyarkirina vê tarîxê de ez îhtimala ku kurdan piştgirî stendibe piştguh nakim. Ne veşartî ye ku hereketa kurd bi Îsraîlê re di nav kordînasyoneke çalak de ye. Îsraîl şêwirmendiya eskerî û arîkariya malî dide kurdan. Loma jî têkiliyên kurdan digel Îsraîlê xurt in û Emrîka piştgiriyê dide wan. Tenê dê Îsraîl ji cudabûna kurdan fêdeyê bibîne."