Mehmet Nuri Uçar
07 Nîsan 2023•Rojanekirin: 11 Nîsan 2023
Hêza Aştiyê ya Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (UNIFIL) ku li ser sînorê Libnan û Îsraîlê wezîfedar e, der barê rageşiya di navbera Libnan û Îsraîlê da destnîşan kir ku herdu dewlet jî şer naxwazin.
UNIFILê piştî ku Îsraîlê dijî Xezeyê êrîşên asîmanî kir û di heman demê da jî li ser sînorê Libnan û Îsraîlê rageşî derket, daxuyaniya nivîskî da.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin Aroldo Lazaroyê Fermandarê UNIFILê bi rayedarên herdu dewletan ra xeber daye û wiha got, "Libnan û Îsraîlê gotin ku em şer naxwazin."
Wekî din di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Tevgerên di 24 saetên dawîn da xeternak û talûkeyeke mezin di xwe da dihewînin. Em bangê li hemû terefan dikin ku li seranserê Xeta Şîn hemû tevgerên xwe bidin sekinandin."