Mehmet Nuri Uçar
07 Nîsan 2023•Rojanekirin: 08 Nîsan 2023
Balafirên şer ên Îsraîlê êrîşên hewayî birin ser deverên cihê yên Xezeyê.
Li gor agahiyên ji şahidên bûyerê hatin hildan, balafirên şer ên Îsraîlê hin deverên eskerî yên komên liberxwedanê yên Filistînî kirin hedef.
Çend moşek avêtin ser devereka eskerî ya li rojhilatê welêt. Nayê zanîn ku ji ber êrîşê kuştî û birîndar hene yan na û mal û zeviyên der û dorê jî ji ber moşekan zirar dîtin.
Ji hêla din va komên liberxwedanê yên Filistînî jî ji ser Xeta Xezeyê ji bejayê moşekan diavêjin balafiran û bi wî awayî bersivê didin.