20 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Ebadî der barê referanduma ku Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) dixwaze di 25ê îlonê de çêbike de wiha got: "Em vê teqez red dikin. Ne ku referandum bê taloqkirin, divê bi giştî bê betalkirin."
Ebadî li Bexdayê li qesra hikûmetê bi hin rojnamevanên herêmî û nûnerên saziyên fikrê re hat bal hev.
Ji bo referanduma HKIyê Ebadî wiha axivî: "Ji bakur heta başûr hemû iraqiyan destûra bingehîn ya Iraqê pesend kir. Hemû meqamên dewletê biryar dan ku ev referandum dijî destûra bingehîn e. Her kes divê guh bide vê. Tu (Mesûd Barzanî) li herêma Kurdistanê xwedî hêza zêde nînî ku ji bo her kesî referandumê çêdikî. Yên ku ne kurd in wê herin ku? Referandum niha yan di dahatûyê de an jî herêmên din çawa dibe bila bibe em bi giştî qebûl nakin. Ne ku referandum bê taloqkirin, divê bi giştî bê betalkirin."
"Xetayên ku Saddam kirin tên dubarekirin"
Ebadî got mijara referandumê lihevnekirin û rageşî ye û wiha pê de çû: "Tu yê him di nav hikûmet, meclis, daraz û mewqiyên din ên dewletê de cih bigrî û him jî tu yê biryarên van qebûl nekî. Ev tu carê nayê qebûlkirin. Bi referandumê va dixwazin welêt qels bikin. Îro xetayên ku Saddam dikir hatin dubarekirin. Ji bilî vê em naxwazin ewlehiya welatên cînar jî xirab bikin."
Ebadî got ku ew deriyên diyalogê yên ji bo serokên kurdan vekirî dihêlin û rewş wiha nirxand: "Em amade ne ku bêyî dayina tawîzan meseleyê çareser bikin. Lewra şaşî me nekir wan (HKI) kir."
Ebadî wiha axivî: "Tekane pêniyaza me diyaloga rasterast û cidî ya ji bo betalkirina referandumê ye. Ev jî pêşniyaza Iraqê ye ya yekî din nîne."
- Dibe ku saetên pêş me geşedanên mirov pê rihet dibe rû bidin
Di vê navberê de Ebadî got "Dibe ku der barê girêka referandumê de di saetên pêş me de, geşedanên mirov pê rihet dibe rû bidin."
- Civîna min a bi Erdogan re watedar û xurt bû
Ebadî baş kişand hevdîtina digel Serokomar Recep Tayyîp Erdogan kir û wiha axivî: "Hevdîtina min a bi Erdogan re a li ser têlefonê watedar, xurt û eşkere bû. Ev ji bo hevdîtinên me yên bi rayedarên tirk ên din re jî wisa bû. Tirkiye ji bo parastina yekîtiya axa Iraqê bi Iraqê re ye, helwesta wê ya di vê mijarê de eşkere ye. Ev ji bo me muhim e."
Serokwezîrê Iraqê diyar kir, heke li HKI û herêmên nîqaş li ser hene referandum were kirin, li ber wan gelek planên ku ew her roj bi rojane dikin hene.
Îbadî wiha axivî: "Ez hêvî dikim ku li hin herêman (herêmên nîqaş ser hene) pirsgirêka ewlehiyê çênabe. Lewra heke ku pirsgirêk derkeve, wezîfeya me ye ku em bi her awayî ewlehiyê pêk bînin. Herêm jî (HKI) tê da rayeya me heye ku ewlehiya welatiyên me yên her derê biparêzin. Em ê gavan bavêjin. Ez hêvî dikim ku rewşa ber wê derê neçe."
Heyder el-Ebadî der heqê êrîşa ku li Kerkûkê birin ser avahiya Hereketa Neteweperwerên Tirkmen û rageşiyê da jî wiha got:
"Em destûrê nadin ku li Kerkûkê êrîşî maf û hiqûqa welatiyên me bikin. Min ji bo hemû ewlehiya bajêr telîmat da daîreya polêsan a Kerkûkê. Em ê destûrê nedin ku Kerkûkê bi şer û pevçûnên din ra were meşxûlkirin û hêzên din ên cuda (PKK) werin vê derê fitne û tevliheviyê derxin."
Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku hemû welatên dinyayê li dijî referandumê ne, lê helwesta Rûsyayê der heqê referandumê da "lawaz" e.