Haydar Şahin
07 Rêbendan 2021•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2021
Jens Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê bûyerên li Kongreya Amerîkayê wekî "tişta nabûyî" nirxand û bang kir ku "rêzê nîşanî encama hilbijartina seroktiyê ya Amerîkayê bidin".
Jens Stoltenberg der barê bûyerên piştî ketin avahiya Kongreyê derketin da li ser medyaya civakî peyam weşand.
Stoltenbergê Sekreterê Giştî yê NATOyê got, "Dîmenên li Washîngtonê merivan şaş û metel dihêlin. Dibê rêzê nîşanî encamên hilbijartina demokratîk bidin."
- Ji barîqatan derbas bûn ketin avahiya Kongreyê
Kesên ji bo Donald Trumpê Serokê Amerîkayê çalakiya piştgiriyê li dar xistin ji bo rûniştina Kongreyê ya encamên hibijartina 3yê mijdara 2020î bi fermî qebûl dikir protesto bikin ji barîqatan derbas bûbûn û ketibûn avahiya Kongreyê.
Piştî ku çalakvan li paytextê welêt ketin avahiya Kongreyê li bajêr qedexeya "derketina derva" hatibû îlankirin.