Türkan Tosun,İbrahim Atmaca
08 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2019
Li Yêmenê ji ber şerê navxweyî û qeyrana mirovî ya ku pênc sal e dewam dike bi hezaran berhemên dîrokî di talûkeyê da ne ku ji holê rabin.
Yêmen li Nîvgirava Ereban da welatekî qedîm e û ji hêla berhemên dîrokî va cihekî dewlemend e. Lê ji ber şerê navxweyî û qeyrana mirovî ya ku pênc sal e dewam dike berhemên çandî û dîrokî terka qedera wan hatine kirin.
- Qewmê ku navê wî di Qur'ana Pîroz da derbas dibe: "Sebe"
Qraltiya Sebeyê ya ku ji hêla qewmê "Sebe"yê va hatiye avakirin û navê wî di Qur'ana Pîroz da derbas dibe li Yêmenê di dîrokê da ji gelek dewletan ra mazuwanî kiriye.
Bajarê Mexrîbê ya ku wê demê paytextiya Qraltiya Sebeyê kiriye hê jî wek bajarekî navdar hebûna xwe diparêze.
Texta Belqizê (Arş-i Belqiz) ya ku li ser navê Belqiza Keybanûya Sebeyê hatiye çêkirin, Perestgeha Avamê (Mehrema Belqizê), Bendava Mexrîba Qedîm (Seddî Mexrîb) û bi hezaran berhemên bi vî rengî li vî bajarê ne.
- Berhema 3 hezar salî
Texta Belqizê çend kîlomêtro dûrî Mexrîbê ye û dîroka wê digîhîje sedsala 10emîn a beriya zayînê. Gelek delîl nîşan didin ku Keybanû Belqiz jiyaye.
Her çiqas gelek sal ji ser ra derbas bibin jî qismeke mezin a vê avahiyê hê li ser piya ye û rabirdûya Yêmenê ronî dike.
Texta Belqizê bi stûnên kevir ên dirêjahiya wan digîhîje 8 mêtroyan û bi nivîsan hatine xemilandin va hatiye çêkirin.
Li gor dema xwe ev berhem bi endezyariyeke baş hatiye çêkirin. Beriya zayînê di navbera sedsalên 10 û 4emîn da mirovan ev der ji bo îbadetê wek mabed bi kar anîne.
Ji bo ku mirov bigîhîje vê cihê li dervayî bajêr e divê ji rêya gundan û zeviyan derbas bibe. Ev der meseleyên der barê Hezretî Silêman û Keybanû Belqizê da tînin bîra mirov.
Der û dora vê perestgehê bi têlên hesin û bikelem va hatiye dorpêçkirin, lê tu parastvanek li vê derê tune ku perestgehê biparêze. Ji ber vê her roj di bin talûkeyê da ye, lê dîsa jî hewl dide li ser piyan bimîne.
- Perestgeha Avamê
Li Mexrîbê berhemeke dîrokî ya girîng jî Perestgeha Avamê ye.
Perestgeha Avamê ya bi navekî din Perestgeha Keybanû Belqizê li gor texmînan beriya zayînê sedsalên di navbera 7 û 5an da hatiye avakirin.
Ev der li gor baweriya wê demê ji El Mekahê Xwedayê Hîvê ra hatiye bexşandin
Stûnên ku beriya Îslamê di avahiyên dînî yên Erebên Başûr da dihatin çêkirin, di vê perestgehê da jî hene.
- Nivîstekên muntazam
Li ser dîwarên hindur ên perestgehê jî bi herfên Erebên Başûr ên Berê va bi zimanê Sebeyê nivîstek hene.
Tê gotin ku di navbera Erdê Belqisê û perestgehekê da tunelek hatiye vekirin, lê ev tunêl niha tep bûye û winda bûye.
Piraniya perestgeha ku ji ber şer nayê parastin, di binê qûmê da maye.
- Bendava Mexrîbê ya Kevnare
Sedda Mexrîbê (Bendava Mexrîbê ya Kevnare) di dîroka Yêmenê da girîng e û seba pêdiviya ava herêmê hatiye çêkirin.
Qraltiya Sebeyê bendav di sedsala 8em da daye çêkirin û li dinyayê ji bendavan wek bendaveke herî kevin tê qebûlkirin.
Tê gotin ku bendav piştî mîladê di salên 570yî da bi temamî xerab dibe.
Niha jî tenê xirabeyên bendavê maye û tê da tenê dîwarek heye. Şûna wê bendaveke nû hatiye çêkirin. Di 2015an da jî hêzên koalîsyona ku Erebistana Siûdî pêşengiya wan dike, êrîşî herêmê kir û zirar da bendavê.