Mehmet Kadir Kılınç
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
MUSÎAD EXPO di 2-5ê sermawezê da cara 19em,n deriyên xwe vedike.
Li gor daxuyaniya MUSÎADê Fuara Bazirganiyê ya Têkel a MUSÎAD EXPOyê ku ji hêla MUSÎADê va 2 sal carekî tê lidarxistin îsal dê di 2-5ê sermawezê da li Navenda Kongre û Fuarê ya Stenbolê ya TUYAPê deriyên xwe veke.
Di çalakiya ku dê cara 19emîn bê lidarxistin da tê payîn ku ji 124 welatan ji 100 hezarî zêdetir ziyaretvan beşdar bin û heyetên kirînê yên biwesf ên ku dê bên fuarê dê bi muteşebis, veberhêner û karsazan ra bên bal hev.
Di daxuyaniyê da cî dan nêrînên Mahmut Asmaliyê Serokê Giştî yê MUSÎADê û Asmali ragihand ku di MUSÎAD EXPO 2020an a ku piştî şewbê hat lidarxistin da digel tesîrên şewbê heta ji sedî 97an rêjeya memnûniyetê derket, MUSÎAD EXPO 2022yê ku ji bandora navneteweyî xelas bû dê rê bide bazirganiya navneteweyî.
Asmali diyar kir ku heyama borî li MUSÎAD EXPOya ku tekane fuar bû ku ji bandorên şewbê xelas bû û bi nêrîna xizmeta ewledar hat kirin li qadeke 14 hezar mêtroqereyî da 102 welatan ziyaretvan ezimandin.
Asmali wiha axivî: "Ji Ewropa, Asya, Afrîka û MENAyê beşdariyeke gelekî zêde heye. Welatên wekî Azerbeycan, Rûsya, qeter, Erebistana Siûdî, Fas, Endonezya, Nîjerya, Pakistan, Îran, Cezayîr di serî da ji gelek welatan heyeta kirînê ya biwesf dê li MUSÎAD EXPOya navenda bazirganiya navneteweyî cî bigire.
Me li MUSÎAD EXPOyê lêkolîneke berfireh û kûr kir û fîrma û heyetên kirînê dawetî welatê xwe kirin. Em pêş dibînin ku hevdîtinên B2B yên ku dê ji 24 sektorên cuda beşdarvan û ziyaretvanan bîne bal hev encamên erênî derxîne holê."
- "MUSÎAD EXPO dê rasterast piştgiriyê bide vîzyona 2023yan a Tirkiyeyê"
Asmali da zanîn ku di çarçoveya fuarê da dê hevdîtina Balyozan a D8ê bê kirin herwiha fuar dê rasterast piştgirî bide hedefên 2023an a Tirkiyeyê.
Asmali ragihand ku MUSÎAD EXPO 2022 di heman demê da qelbê dîplomasiya bazirganiyê ye û axaftina xwe wiha domand:
"Em ê di Foruma Kar a Navneteweyî û çalakiyên cuda yên ku di çarçoveya MUSÎAD EXPOya fuara bazirganiyê ya têkel a herê berfireh a Tirkiyeyê da bên lidarxisrtin da ji çar aliyên dinyayê mîsyonên dîploamtîk, nûnerên me yên dervayî welêt, balyoz, konsolos û konsolosên fexrî yên li welatê xwe bînin ba hev.
Ji bo ku welatê me bigihêje hedefên 2023yan û hedefa îxracatê ya 300 milyar dolarî MUSÎAD EXPO firsendeke mezin e. Bi fuarên ku paşerojê da hatin kirin bi milyar dolaran bazirganiyê piştgirî dan aboriyê. Em hedef dikin ku bi vê fuarê jî bi peywendiya bazirganiyê ya di asta maksîmum da rasterast piştgiriyê bidin vîzyona 2023yan a welatê xwe."