Gökhan Kurtaran
10 Îlon 2022•Rojanekirin: 11 Îlon 2022
Piştî mirina Qralîçe Elîzabetha 2yemîn Charlesê kurê wê bi fermî wekî qralê nû yê Îngilistanê hat îlankirin.
Li Qesra St. James ya li Londrayê b, merasimekê hat îlankirin ku Charlesê kurê Qralîçe Elîzabetha 2yemîn qralê nû yê Îngilistanê ye.
Merasim cara ewil di televizyonan da bi weşana zindî hat nîşandan û di merasimê da endamên Meclisa Şêwrê ya Qraliyetê (Prîvy Counsellors), Prens Wîllîam, Camîllaya xanima Charles, serokwezîrên berê yên Îngilistanê Davîd Cameron, Gordon Brown û Tony Blaîr amade bûn.
Merasim wekî ku ji zemanê Saksonan maye hat lidaxistin û cara ewil ji gel ra vekirî bû û cara ewil jin jî beşdarî merasimê bûn.