Ahmet Aydın
23 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2019
Serokê DYAyê Donald Trump li Qesra Spî derbarê hevpeymana "navberdayina Herekata Kaniya Aşitiyê heta 120 seatan" ya di navbera Tirkiye û DYAyê de ya ji bo bakurê rojavayê Sûriyeyê, ku duh qediya, daxuyanî dan.
Trump bibîr xist ku piştî hevpeymanê Herekata Kaniya Aşitiyê sekiniye û got, "Min talîmat da Wezareta Darayiyê ku ew mueyyideyên 14ê cotmehê ji bo operasyonê danîne ser Tirkiyeyê bên rakirin."
Trump tekezî li wê yekê kir ku agirbesta li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê hat parastin û gihişt rewşeke mayinde û got, "Herêmeke ewle ya bi qasî 20 mîlan (nêzîka 32 kîlometroyan) hat çêkirin."
Wezareta Darayî ya DYAyê: Mueyyide hatin rakirin
Ji aliyekî din ve di da daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Darayî ya DYAyê de hat ragihandin ku mueyyideyên bi sedema Herekata Kaniya Aşitiyê danîbûn ser Tirkiyeyê hatin rakirin.
Li gorî vê Wezareta Berevaniya Neteweyî, Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Siruştî, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Fatih Donmez, Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu, ji lîsteya mueyyideyan ya DYAyê hatin derxistin.